top of page
< Back

Daxuyaniya Federasyona Jinên Dîaspora ya Kurdistanê bi Boneyê Duyemîn Salvegera Şehadeta Zhina Emînî û Şoreşa Jinê

Sep 15, 2024

Read More...

Daxuyaniya Federasyona Jinên Dîaspora ya Kurdistanê bi boneya Duyemîn Salvegera Şehadeta Zîna Emînî û Pêkhatina Şoreşa Jinê ya Jiyan û Azadiyê


Kurdistaniyên hêja,

Gelê azadîxwaz û berxwedêr ê Rojhilatê Kurdistanê.


Di dîrokê de hatiye tomarkirin ku gelê Kurd û neteweya Kurd 45 sal in di bin desthilatdariya rejîma nedadperwer ya Îranê de rastî gelek zordestî û hovîtiyê hatine.


Encamên vê zulmê piştî şehadeta Zîna Emînî, jina ciwan a Kurd a xelkê bajarê bedew û serbilind a Seqizê, derketin holê û bi sedema ku xelk daketin kolanan, nerazîbûnên berfireh derketin holê.


Em weke Federasyona Jinên Dîaspora ya Kurdistanê ji bo xwe erka xwe dibînin ku em piştgiriyê bidin hemû jinên Kurd ên kedkar û qehreman ên rojhilatê û her wiha girseyên şoreşger ên gelê Kurd. Em bi berdewamî binpêkirina serweriyê, binpêkirina mafên mirovan û zextên li ser têkoşerên azadiyê şermezar dikin.

Her wiha em bang li nûnerên neteweyên dijberê dîktatoriyê û welatên ku piştgirî didin mafên mirovan û demokrasiyê dikin ku ji bo parastina jiyan û ewlehiya gelê Kurd bikevin nava liv û tevgerê.

Em şehîd Zîna û hemû şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi bîr tînin.


Federasyona Jinên Dîaspora ya Kurdistanê

bottom of page