Kongreya Komeleya Jinên Diyasporaya Kurdîstanî li Syockholmê
Sep 15, 2024
Read More...
Di 15/9 - 2024 an de li hola ABF , li Stockholmê kongreya demezirandina Komeleya Diyasporaya Jinên Kurdistanî li Stockholmê bi birêvebiriya seroka Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanî Shirin Zeky û endama komîteya birêvebir Ṣermin Bozarslan hat lidarxistin.
Em bi ṣanezî diyar dikin ku 15 jinên ji çar aliyên Kurdistanê bi dilgermî bûn endamên dameziner ya kongreya Jinên Diyasporaya Kurdistanî.
Di destpêkê de seroka KDWF Shirin Zeky axaft û ji endamên kongreyê re, li ser xebat û pevajoya avakirina KDWF agahdarî da.
Li pey guftûgo li ser rapporta xebatê û armancên komelê destura komelê bi yek dengî hat qebûlkirin.
Di nav armancên Komelê de; bidestxistina piṣtgirî bo mafên jinan û mafên netewî ya gelê me, mafê bi zimanê xwe xwendin û nivîsandin, mafên kar û îmkan bo pêṣveçûna jinên kurd hene.
Di encama hilbijartinê de, van kesên jêrîn ji çar alîyên Kurdîstanê bo kom.karger hatin hilbijartin:
Avin Singali
Midia Hasan ( Cegerxwin)
Fatma Esker
Evin Saleh
Mahin Ashrafi
Bo komiteya Rawêj;
Ronak Najeeb
Leyla Waisson hatin hilbijartin.
Wek revisor;
Fatma Uzun hat hilbijartin.